Ferhenga Jaba ku yek ji ferhengên destpêkê ye derket
Ferhenga M. August Jaba a kurdî-fransî “Dictionnaire Kurde-Français“ ku di sala 1879an de li St-Petersburg derketibû di nav weşanên Avesta de derket. Ferhenga ku wek xwe di rêza Re-Edisyon de çap bûye bi pêşgotina Salih Akin dest pê dike.
Akin balê dikşîne ser van xalan: “Ferhenga kurdî - fransî ya Auguste Jaba di pêşveçûna ferhengnûsiya zimanê kurdî de jî xwedî cihekî taybet e. Mirov dikare ferhengê bi hêsanî wek pêngaveke girîng di ferhengnûsiya kurmancî de bipejirîne. Ji ber ku berê Jaba tenê du ferheng têne nasîn. Yekemîn ferheng ji aliyê Ehmedê Xanî ve di 1684ê de hate çapkirin. Duyemîn ferheng jî ji aliyê keşîşê katolîk Maurizio Garzoni ye ku di sedsala 18ê de Romayê ew şandiye Mîrnişîna Behdînan tê çapkirin. Ev her sê ferheng û taswîrên zimanê kurdî ku li xwe digrin ji aliyê lêkolînên kurdnasiyê ve wekî referans têne qebûlkirin. Ew ji bo zimanê kurdî belgeyên herî pêş ên herî berbiçav in. Beşdarbûna zanayên ewropî di destpêkê de gelekî karîger e û rola wan a mezin di danasîna zimanê kurdî de derdixe holê.”